Iraqê li basûrê Kerkûkê ji bo êrîsên DEAS ê rawestînin tedbîran distîne

15 rêbendan 2023 04:13
Iraqê li basûrê Kerkûkê ji bo êrîsên DEAS ê rawestînin tedbîran distîne

PeyamaKurd – Ji başûrê Kurdistanê li başûrê bajarê Kerkûkê her wext êrîşên DEAŞ ê tên ser xelkê deverê û ji bo ber li êrîşan bigrin artêşa Iraqê tedbîrên nûh distîne. Ji bo tedbîran parêzgerê Kerkûkê yê tayînkirî Rakan Saîd, serokerkanê Iraqê Abdulemir Yarallah û fermandarê operasyonan yê Kerkûkê civiyan.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser fermana serokerkanê Iraqê jimara noqteyên çavdêriyê yên başûrê Kerkûkê hatine zêdekirin. Hem zêdekirina jimaran têr nake, wê di nêz de li deverê operasyonên fireh bên kirin.

Êrîşên DEAŞ ê di çend salên dawiyê de li Mûsilê, başûrê Kerkûkê, Selahaddîn, Diyala û Enbarê gelek zêde bûne.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar el-İbadi di 9 ê meha 12an ya sala 2017an de ragihandibû ku li hemberê DEAŞ ê zafer hatiye sitendin lê tevî di ser de 5 sal derbas bû, êrîşên DEAŞ ê li deverên navborî her dewam dikin.