Li Îranê gelek kes ji kursiyên xwe bûn

25 mijdar 2018 19:09
Li Îranê gelek kes ji kursiyên xwe bûn

PeyamaKurd- Li Îranê dewletê qanûneka nû derxist û kesên ku xaneşînin an teqawudin, wê nikaribin di dezge û daîrên dewletê de bixebitin. Ev qanûn bû sedema ku gelek kesên di asta bilind de, ji kursiyên xwe bûn û mecbûr man ji karên xwe îstîfa bikin.

10 kesên ku cîgiriya Rûhanî dikin an şêwirmendiya wî dikin, îstîfa xwe dan serokomar. Di nava wan de jineka bi navê Şahindoht Molaverdi heye û rexneyeka tund li meclisê kir.

31 wîlayetên Îranê hene û 14 walî ji wezîfa xwe îstîfa kirin. Hukumet waliyên bi wekalet danî şûna wan. Gelek serokên şaredariyan ketin ber vê pêlê ku di nava wan de şaredarê Tehranê jî heye. Meclisên belediyan şaredarên nû bo xwe bijartin. Di nava wan de bajarên  Tehran, Meşhed, Yezd Kirmanşa û Reşt hene. Lê navend hêj esaleta wan tesdîq nekiriye.

Sefîrê Îranê yê li Ankara jî di nava wan kesan de ye. Ji bilî wî gelek kesên ku di wezareta karen derve de, li derveyê welat wezîfedarin, dev ji wezîfeyên xwe berdan.