Îsraîlê dest bi êrîskirina Îranê kir: Gelek teqîn li Tehranê çêbûn!

26 cotmeh 2024 11:37
Îsraîlê dest bi êrîskirina Îranê kir: Gelek teqîn li Tehranê çêbûn!

PeyamaKurd – Doh di navbera 01:55-05:00ê şevê de li paytextê Îranê Tehranê gelek teqîn çêbûn. Hat ragihandin ku Îranê weke bersiva êrîşên Îranê yên 1ê cotmehê, Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye.

Televîzyona Îsraîlê Kannê ragihand ku berî êrîşan Amerîka hatiye agahdarkirin û lê zêde kir ku serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû tevî wezîrê parastinê Yoav Gollant li avahiya wezareta parastinê bûne.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de jî hate gotin ku orgeneral Herzî Halewî bi fermandarê hêzên esmanî yê Îsraîlê orgeneral Tomer Bar re ji navenda fermandariyê ve êrîş bi rê ve birine.

Qesra Spî ya Amerîkayê jî derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek da û ragihand ku ev êrîş mafên rewa yên xweparastina Îsraîlê ne ku armanca wan hedefên leşkeri yên Îranê bûne.

Televîzyona dewletê ya Îranê û Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê jî êrîş piştrast kir û got: “Li Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumeynî û li Balafirgeha Mehrabadê gelek teqînan rû daye ku sedema wan nayê zanîn.”

Hemwext li ajansa nûçeyan a nêzîkî hikûmeta Beşar Esad, SANAyê jî ragihand ku li paytexta Sûriyeyê Şamê û Himusê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.

Heta niha jî nayê zanîn bê ka ziyanên madî û canî yên van teqînan çi qas in.