Îranê jî li dijî Îsraîlê êrîş da destpêkirin
Îranê wek bersivdan, êrîşên moşekî li dijî Îsraîlê pêk anîn.
RûpelNews - Nournews, ku bi nêzîkbûna xwe ya ji burokrasiya ewlehiyê ya Îranê tê nasîn, ragihand ku di bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, bi dehan moşekên balîstîk li dijî Îsraîlê hatin avêtin.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Îranê de, pêleke duyem a êrîşa moşekî ya bersivdanê li dijî Îsraîlê hatiye pêkanîn.
Li Îsraîlê alarm
Artêşa Îsraîlê ragihand ku demek berê êrîşeke moşekî ji Îranê hatiye tespîtkirin.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê artêşê ve hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî ji bo astengkirina mûşekên Îranê ketine dewrê.
Hat ragihandin ku piştî tespîtkirina mûşekên ku ji Îranê hatibûn avêtin, li deverên cuda yên welêt alarmê lê dan.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan "li dijî Îranê êrîşeke pêşwext" pêk aniye û li seranserê welêt rewşa awarte ragihand.
Serokê DYAyê Donald Trump jî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşan de got, "Me li dijî Îranê operasyoneke mezin daye destpêkirin."
