Bêhna barûtê li Rojhilata Navîn kêm nabe: Amerîkayê li dijî Îranê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin

14 tîrmeh 2026 08:32

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li ser fermana Serok Donald Trump, êrîşên hewayî yên li dijî Îranê ji bo şeva sêyemîn jî berdewam dikin. Di heman demê de, çapemeniya Îranê îdia kir ku li derdora Tengava Hurmizê teqîn hatine bihîstin û droneke Amerîkî li herêmê hatiye xistine.

Bêhna barûtê li Rojhilata Navîn kêm nabe: Amerîkayê li dijî Îranê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin

RûpelNews - Artêşa DYA ragihand ku êrîşên hewayî yên li dijî Îranê ji bo şeva sêyemîn jî berdewam dikin. Fermandariya Navendî ya DYA (CENTCOM) diyar kir ku operasyonên ku ji aliyê Serok Donald Trump ve hatine fermankirin, berdewam in.

Di daxuyaniya xwe de, CENTCOMê destnîşan kir ku êrîş li ser şiyanên leşkerî yên Îranê ne û di heman demê de diyar kir ku armanca wan kêmkirina egera gefên li ser sivîlan û keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê ye. Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku operasyon dê ji bo lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo pêkanîna êrîşan li herêmê berdewam bikin.

Medyaya Îranê: Teqîn hatin bihîstin

Medya Îranê ragihand ku dema êrîşên DYAyê berdewam dikirin, teqîn li bajarê Bendar Ebbas û giravên Kîş û Qeşm ên nêzîkî Tengava Hurmizê hatin bihîstin. Heta niha ji aliyê rayedarên Îranê ve derbarê sedema teqînan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Trump: "Em ê bi tundî li Îranê bixin"

Serokê DYAyê Donald Trump berê ragihandibû ku operasyonên li dijî Îranê dê şeva Duşemê û Sêşemê berdewam bikin, û gotibû, "Em ê bi tundî li Îranê bixin."
Trump her wiha ragihand ku dorpêça deryayî ya DYAyê ya li ser Tengava Hurmizê ji nû ve hatiye danîn û dê xercek derbasbûnê ya ji sedî 20 li ser barên bazirganî yên ku di tengavê re derbas dibin were danîn. Trump got ku ev tedbîr ji bo vegirtina lêçûnên ewlehiyê yên li herêmê hatiye pêkanîn.

Îran: Drona DYAyê hat xistin

Li gorî zanyariyên di çapemeniya Îranê de, îdia tê kirin ku droneke ku tê gotin a DYAyê ye, li ser Tengava Hurmizê hatiye xistin.

Di nûçeyan detê îdiakirin ku drona ku ji aliyê Sûpaya Pasdaran ve hatiye lêdan, droneke ji cureyê MQ-1 bû. Digel ku rayedarên Îranê derbarê bûyerê de ti agahiyên berfireh parve nekirine, DYAyê jî heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.