Rubio peyameke tund da Îranê: Gelek vebijêrk di destê Trump de hene

22 tîrmeh 2026 18:17

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Washington nêzîkî sal û nîvê ye ku li çareseriyeke dîplomatîk bi Îranê re digere û got heger Tehran hevkariyê neke, vebijêrkên curbecur di destê Serok Donald Trump de hene.

Rubio peyameke tund da Îranê: Gelek vebijêrk di destê Trump de hene

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di daxuyaniyên xwe yên piştî Civîna Wezîrên Derve yên ASEANê ya ku li paytexta Fîlîpînan Manilayê hat lidarxistin de, derbarê Îran, Çîn, Rûsya û Sûriyê de şîrove kirin.

Rubio derbarê bernameya atomî ya Îranê û çalakiyên wê yên li herêmê peyamên xurt ragihandin.

"Ev sal û nîv e em li çareseriyeke dîplomatîk digerin"

Rubio, ku diyar kir ku DYA dixwaze bigihîje peymaneke ku dê bi awayekî mayînde rê li ber bidestxistina çekên navokî ji aliyê Îranê ve bigire, got ku wan nêzîkî sal û nîvekê ye ku hewl didin çareseriyeke dîplomatîk bibînin.

Rubio diyar kir ku ew li bendê ne ku rejîma Tehranê piştgiriya xwe ya ji bo terorê rawestîne û çalakiyên xwe yên navokî bisekine û lê zêde kir ku ew ê li hember êrîşên li ser keştiyan an jî hedefgirtina welatiyên amerîkî bêdeng nemînin.

"Gelek vebijêrk li ber destê Serok Trump hene"

Di bersivdana pirsa derbarê cezayên muhtemel an vebijarkên leşkerî yên li dijî Îranê de, Rubio tekez kir ku biryara dawî ya li ser vê mijarê di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye.

Rubio got, "Eger Îran di redkirina hevkariyê de israr bike, gelek vebijêrkên Serok hene. Îran jî haydar e ku vebijêrkên me yên cuda hene."

Wî her wiha destnîşan kir ku Îranê berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya peymana ku nû hatibû îmzekirin de binpê kirine û êrîşên dron û mûşekan ên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê jî di nav vê çarçoveyê de tên nirxandin.

"Em dê nehêlin ku ew Tengava Hurmûzê kontrol bike"

Rubio diyar kir ku Îran hewl dide kontrola veguhestina deryayî ya navneteweyî bi dest bixe û ew ê destûrê nedin vê yekê.

Rubio, ku tekez kir ku Tengava Hurmuzê ji bo dabînkirina enerjiya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e, diyar kir ku parastina ewlehiya bazirganiya deryayî ya navneteweyî di nav pêşîniyên wan de ye.

Peyam li ser Çîn û Rûsyayê

Rubio, ku diyar kir domandina pêwendiyê di navbera DYA û Çînê de pêwîst e, got ku di hevdîtina wî ya bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re, bazirganî û têkiliyên dualî hatine gotûbêjkirin.

Rubio, ku ragihand ku ew ê her wiha bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive, tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina hewldanên dîplomatîk kir ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê.

Daxuyaniya li ser Hizbulah û Sûriyê

Rubio anî ziman ku Hizbulah gefekê li ser rêveberiya nû ya Sûriyê pêk tîne û tekezî li ser girîngiya ku hikûmeta Şamê ewlehiya li ser sînorê Lubnanê misoger bike, kir.

Wezîrê amerîkî her wiha anî bîra xwe ku Sûriye ji lîsteya dewletên piştgirê terorê hatiye derxistin û lê zêde kir ku ew hêvî dikin ev pêngav dê bibe alîkar ji bo vejîna aborî ya welêt.