Li Îranê di kargeha balafirên bêbalafirvan çêdike de teqîneke mezin çêbû
24 gulan 2021 12:31
PeyamaKurd – Li bajarê Îsfahanê yê Îranê, di kargeha ku balafirên bêbalafirvan çêdike de, teqîneke mezin çêbû û di encamê de, herî kêm 9 karker birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, kargeha balafiran çêdike, li cihekî gelek hesas e. Tê zanin, Îran van balafirên bêbalafirvan dide rêxistina Hamasê jî û beriya niha jî balefirek bi navê Gazze çêkir. Herwiha di şerê navbera Hamas û Îsrailê de, balafirek bêbalafirvan ya Îranî, ji aliyê Îsrailê ve hatê êxistin û Serokwezîrê Îsrailê Netenyahu parçeyên vê balafirê nîşanî medya cihanî kir.
Ji bo van bûyeran ev teqîn wek êrîşekî tê nirxandin. Heta vê gavê berpirsên Îranî di vê derbarê de tu daxuyani nedane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ukrayna: Îranê 2400 balafirên bêbalafirvan dane Rûsyayê
14 cot 2022
Jiyan
Di kargeha balafirên bêpîlot a Îranê de teqîneke mezin çêbû
23 gln 2021
Cîhan
Rûsyayê gefa xistina balafirên cîranên Ukraynayê xwar!
17 adr 2023
Cîhan
Balafirên bêbalafirvan gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin
06 cot 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin