Li Îranê 2 milyon û 808 însan heshasê diemilînin

20 hezîran 2018 01:08
Li Îranê 2 milyon û 808 însan heshasê diemilînin

PeyamaKurd - Pervîz Efşarê Berdevkê Saziya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Îranê diyar kir ku li welêt 2 milyon û 808 kes amûrên hişbirê bi kar tînin.

Efşar ji bo 26ê Hezîranê Roja Têkoşîna Dijî Bikaranîn û Qaçaxçîtiya Hişbirê ya Dinyayê der barê pirsgirêka hişbirê ya li welêt de daxuyanî da.

Efşar destnîşan kir ku li gor rapora "Nirxandina Bikaranîna Hişbirê" ya li ser "li Îranê bikaranîna hişbirê" hatiye amadekirin a dawîn, li welêt 2 milyon û 808 kes hişbirê bi kar tînin, hemûyên wan girtiyên hişbirê nînin.

Efşar wiha axivî: "Di nav van kesan da girtiyên hişbirê jî hene lêbelê ji bo ku hejmara wan tam tesbît bikin em xebata 'Nirxandina Bikaranîna Hişbirê' didomînin. dema xebat bigihîje encamê em ê hejmara tam bibînin."

Li Îranê alkol û hişbir qedexe ne lêbelê li gor meqamên fermî li welêt di salê da kêmzêde 3 hezar kes ji ber hişbirê dimirin. Li gor daneyên nefermî tê texmînkirin ku hejmar zehf ji vê zêdetir e.

Di bikaranîna hişbirê da li dinyayê di rêza 2yan de ye

Li gor raporên Ajansa Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Neteweyên Yekbûyî, Ewropa ji sedî 19ê hişbira li dinyayê tê çêkirin bi kar tîne peyra jî Îran ji sedî 15ê hişbirê bi kartîne û di rêza 2yan de cî digre. Li welêt têkoşîna dijî hişbirê di nav pirsgirêkên sereke de cî digre.