Îranê dest danî ser petrola 50 milyon dolarî ya kestiya Tirk

08 adar 2024 20:47
Îranê dest danî ser petrola 50 milyon dolarî ya kestiya Tirk

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îranê bi biryara dadgehê dest danî ser petrola nav keştiya tankêr a karsazê Tirk Mehmet Emîn Karamehmet ku nirxê wê 50 milyon dolar e.

Îranê sala borî bi hinceta petrola Amerîkayê tê de bar kiriye, dest danîbû ser keştiya bi navê "Advantage Sweet" a li ser navê karsazê Tirk Mehmet Emîn Karamehmet.

Dadgeha Navnetewî ya Îranê biryar li ser wê petrolê da ku dest deynin ser. Di biryarê de hatiye gotin ku petrola tankêrê dê ew petrol ji bo dabînkirina dermanan ji nexweşên Îranê re bê xerckirin ku dorpêçên Amerîka û welatên Rojava li ser li ser Îranê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, demek berê jî Îranê bi heman hincetan dest danîbû ser keştiyeke din a petrolê ya kompaniya Koç Holding a Tirkiyeyê. Heta niha ji hikûmeta Tirkiyê ti daxuyaniyek derbarê mijarê de nehatiye dayîn.