Îranê 1,6 milyon penaberên Afganî dersînor kir

22 berfanbar 2025 16:52

Hate ragihandin ku Îranê pêvajoya dersînorkirina penaberên Afgan bilez kiriye û heta niha 1,6 milyon penaberên Afganî veguhestine welatê wan.

Îranê 1,6 milyon penaberên Afganî dersînor kir

EuronuNews- Li Deriyê Sînorî yê Mîlekê yê li bajarê Zahedanê yê Îranê, rojane bi hezaran Afgan vedigerin welatê xwe.

Îranê di 45 salên borî de, deriyên xwe ji bo koçberiya herî mezin a Afganan a li cîhanê vekiribû û zêdetirî 6 milyon penaber û penaxwazên Afgan li Îranê bi cih bûbûn.

Tenê bi qasî 800 hezarî ji wan xwedî kart û belgeyên fermî bûn û yên din wekî penaberên "neyasayî" li Îranê diman.

Li gorî amarên Wezareta Karên Civakî ya Îranê, 430 hezar Afgan niha di sektorên avahîsazî, pîşesazî, çandinî û xizmetguzariyê de dixebitin ku ev dike nêzîkî ji sedî 1,5ê hêza kar a Îranê.