Li însaatê de asansor ket ser 2 karkeran û her dû jî can dan

26 cotmeh 2024 03:02
Li însaatê de asansor ket ser 2 karkeran û her dû jî can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Sakaryayê li navça Serdivanê, li taxa Yazlık Köprübaşıyê, di înşaata ‘navenda tenduristiya malbatê’ de, beşa asansorê hilweşiya û asansor ket ser 2 karkeran. Her dû karker di cîh de can dan.

Mahsun Şahin (30) û Metin Batır (64), her dû jî hosta bûn, di bin enqazê de man. Her çendîn tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn ciyê bûyerê jî tenê karibûn cenazên wan ji bin enqazê derxin.

Piştî sehkirina dozger, cenazan birin morga nexweşxanê ji bo otopsiya wan.