Li Hewlêrê dîsa êrîs: Dron hate xistin

02 rêbendan 2024 17:30
Li Hewlêrê dîsa êrîs: Dron hate xistin

Peyama Kurd - Dijeterora Herêma Kurdistanê ragehand ku droneka bombekirî êrîş birîye ser Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê û di encama bersivdayînê de ew drona êrîşkar hatiye xistin.

Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku îro, di demjimêr 09.52yê sibê de, droneka bombekirî li asîmanê paytext Hewlêrê hate xistin.

Dijeterorê diyar kir ku ev dron a milîşeyên deryasayî yên Îraqê bûye û di encama ku êrîşî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya li Frokexaneya Hewlêrê kir hate xistin.