Li Hewlêrê di navbera malbata de şer derket:Gelek kuştî û birîndar hene

31 adar 2026 08:26

Li Kevirgosk a ser bi navçeya Xebat ya Hewlêrê, di navbera malbatan de şerê çekdarî derket. Li gorî zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Hewlêrê di navbera malbata de şer derket:Gelek kuştî û birîndar hene

RûpelNews - Rêveberiya Polîsê Hewlêrê derbarê pevçûneke çekdarî ya di navbera xizmên hev de li navçeya Kevirgosk a girêdayî navçeya Xebatê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyer di navbera endamên malbatê de qewimiye ku di navbera wan de dijminatiyeke demdirêj hebûye.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê polîsan ve hatine dayîn, aliyên têkildar xizm bûn, û pevçûna çekdarî ya ku ji ber nakokiyeke demdirêj derketibû, bû sedema mirina şeş kesan û birîndarbûna sê kesên din.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûyer derdora saet 22.50an qewimiye, û piştî agahdkirinê, hêzên ewlehiyê ji bo herêmê hatine şandin. Hat ragihandin ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsînên yasayî hatine destpêkirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku lêpirsîn di bin çavdêriya Dadwerê Lêpirsînê de tê meşandin, û ku prosedurên yasayî yên pêwîst tên cîbicîkirin.