Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket
Li navçeya Siverekê ya Rihayê, nîqaşeke di navbera du malbatên xizm de veguherî şerekî bi çek û kêran, ku di encamê de 3 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Bûyer li Taxa Gûlabibey piştî nîqaşeke devkî ya ku sedema wê hîn nayê zanîn, qewimî.
Di şer de F.D. bi kêrê, E.K. û M.H.D. jî bi çekan birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên bijîşkî û polîsan şandin herêmê. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siverekê, di heman demê de polîsan li tax û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin.
Ji bo girtina gumanbarên tevlî bûyerê bûne lêgerîn hatiye destpêkirin.
