Konsulê Tirkiyeyê: Têkiliyên di navbera Enqere û Hewlêrê de roj bi roj xurtir dibin

11 tîrmeh 2026 19:26

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu, destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Enqere û Hewlêrê de di salên dawî de bi awayekî berbiçav pêş ketine û lê zêde kir ku ew hêvî dike ku kabîneyeke nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de were avakirin.

Konsulê Tirkiyeyê: Têkiliyên di navbera Enqere û Hewlêrê de roj bi roj xurtir dibin

RûpelNews - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topçu, diyar kir ku têkiliyên di navbera Enqere û Hewlêrê de her ku diçe xurtir dibin, û lê zêde kir ku avakirina kabîneyeke nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hem ji aliyê xizmetên ku dê ji gel re bên pêşkêşkirin û hem jî ji aliyê hevkariya dualî ve girîng e.

Di axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24 re, Topçu diyar kir ku ew kêfxweş in ku dibînin şîrketên Tirkiyeyê û kera taybet di projeyên binesazî û pêşxistinê yên ku li Herêma Kurdistanê tên meşandin de roleke çalak dilîzin.

"Têkilî gihandine asteke bilindtir"

Topçu, têkiliyên heyî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wekî "baş û xurt" pênase kir û got ku têkiliyên dualî di dema hikûmeta 9an a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de bêtir pêş ketine.

Topçu, xwesteka xwe ya ji bo berdewamiya vê pêvajoya erênî anî ziman û diyar kir ku ew hêvî dikin kabîneya nû ya hikûmetê di zûtirîn dem de were avakirin da ku xizmetên bi bandortir ji gelê Herêma Kurdistanê re bên pêşkêşkirin.

Behsa hevdîtinên li Stenbolê jî kir

Konsulê Giştî Topçu her wiha amaje bi serdana fermî ya ku vê dawiyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ve li Stenbolê hatibû kirin, kir. Topçu destnîşan kir ku hevdîtinên di dema serdanê de bi Serok Recep Tayyîp Erdogan û wezîrên karên derve, enerjî û parastinê re berhemdar bûn, û ragihand ku di nîqaşan de bi awayekî berfireh pêşxistina têkiliyên dualî û warên hevkariyê yên paşerojê hatine gotûbêjkirin.

"Dê hevkarî berdewam be"

Topçu got ku ew hêvî dikin ku têkiliyên bi rêveberiya ku hem ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hem jî ji aliyê Serokwezîr Mesrur Barzanî ve tê birêvebirin re, li gorî berjewendiyên hevpar ên her du aliyan, dê mezinbûn û pêşketina xwe bidomînin.