Li Hesekê di navbera hêzên Sûriyê eşîra Şemer de şer derket
Li Hesekê di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û endamên eşîra Şemer de kuştî û birîndar hene.
RûpelNews - Li bajarokê Til Koçer ê li parêzgeha Hesekê ya Rojava, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên El-Senadid ên girêdayî eşîra Şemer de pevçûnên tund derketin. Li gorî agahiyên destpêkê, di pevçûnên ji bo kontrola bîrên petrolê de derketîn de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên eşîrê diyar kirin, "Bîrên petrolê milkê me ne û em dê wan teslîmî kesî nekin."
Hêzên El-Senadid, baskê leşkerî yê eşîrê, bi çekên giran li derdora bîrên petrolê xeteke parastinê ava kirin.
Hat ragihandin ku dema hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê hewl dan bikevin herêmê şer derket û û ji herdu aliyan 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Dîmenên ji herêmê hatîn nîşan dan ku endamên birîndar ên eşîra Şemer ji bo nexweşxaneyê tên veguhestin.
Hikûmeta Şamê dixwaze hêzên El-Senadid belav bike
Sedemeke din a aloziyê daxwaza hikûmeta Şamê ya ji bo belavkirina hêzên El-Senadid e, ku baskê leşkerî yê eşîra Şemerê ye.
El-Senadid, ku berê beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) bû, wek yek ji hêzên eşîrî yên erebî yên herî bi hêz li herêmê tê nasîn.
Redkirina daxwazên Şamê ji aliyê eşîra Şemer ve û biryardariya wê ya ji bo parastina kontrola li ser herêmên dewlemend bi petrolê, aloziyê li herêmê zêde dike.
