Wezareta Dadê ya Sûriyê daxuyaniyek tund li ser Hesekê da!

08 gulan 2026 16:57

Wezareta Dadê ya Sûriyê li ser bûyerên piştî daxistina tabelaya kurdî ya li ser avahiya Dadgeha Hesekê daxuyaniyek tund weşand. Wezaretê ev kiryar wek “talankirin û sabotaj” binav kir û ragihand ku li dijî kesên ku tevlî bûyeran bûne dê pêvajoyên qanûnî bên destpêkirin.

Wezareta Dadê ya Sûriyê daxuyaniyek tund li ser Hesekê da!

RûpelNews - Tabela ku li Dadgeha Hesekê bi nivîsa kurdî hatibû danîn hat rakirin û li şûna wê tenê tabelayek bi zimanên erebî û ingilîzî hatibû danîn. Li ser vê yekê gel duh xwepêşandanek lidarxist û tabloya nû ya hatibû danîn rakir. Xwepêşandan ne tenê li Hesekê man, lê herwiha gihîştin Qamişloyê jî.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji bo dîsa çalakkirina saziyên dewletê xebat tên meşandin. Herwiha hate diyarkirin ku li Hesekê jî ji bo avakirina nû ya saziyên fermî û tevlêkirina wan di nav saziyên dewletê de xebat tên domandin.

Di daxuyaniyê de kiryarên ku Dadgeha Hesekê armanc kirine “bi tundî hatin şermezarkirin” û hate îdîakirin ku hin kesan “êrîşên neqanûnî yên ku armanca wan belavkirina fitne û kaosê ye” pêk anîne. Wezaretê parast ku van kiryaran li dijî nîzama giştî, desthilata dewletê û serweriya qanûnê ne.

Wezareta Dadê herwiha ragihand ku bi hevahengiya saziyên peywendîdar re, kesên ku di bûyeran de tevlî bûne dê bên lêpirsînkirin, hemû gavên qanûnî yên pêwîst li dijî wan bên avêtin û yên ku sûcê wan were piştrastkirin dê bên şandin dadgehê.

Di dawiya daxuyaniya xwe de wezaretê got ku li seranserê welêtê ji bo “xurtkirina dadê û serweriya qanûnê” xebat dê bidome.