Li Hatayê pirsgirêka ava vexwarinê ya lezgîn her ku diçe zêde dibe
PeyamaKurd – Li Hataya ku yek ji bajarên ji ber erdhejê hilweşiya, pirsgirêka ava vexwarinê ya paqij her ku diçe mezin dibe. Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê de hat gotin, "Pirsgirêka ava vexwarinê ya acîl mixabin her ku diçe zêde dibe."
Li Hatayê ku di erdhejên navenda Mereşê de xerabûnek mezin dîtiye di gihandina ava vexwarinê ya paqij de pirsgirêk heye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Wezareta Tenduristiyê û HATSUyê li parêzgeha me tewsiye kirin ku heta analîz neyên kirin ava şebekeya bajêr neyê vexwarin. Mixabin pirsgirêka ava vexwarinê ya acîl berdewam dike. Têkilî bi aliyên eleqedar re hatiye kirin û hewldanên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikin."
Gelek bikarhêner li ser medyaya civakî ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkê bi hashtag #HataydaSuYok parve dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin