Iraq | ‘Pirsgirêka budçeya Kurdistanê ber bi çareseriyê ve diçe’
09 sibat 2021 21:00
PeyamaKurd - Biryarderê Lijneya Darayî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Sefar ragihand ku pirsgirêka beşa budçeya herêma Kurdistanê ya di budçeya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê ber bi çareseriyê ve diçe.
Ehmed Sefar ji Sumeriye News re daye xuyakirin, rewşa civînên îsal ên şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê erênî bû.
Sefar gotiye, hikûmeta herêma Kurdistanê cîdîbûna xwe ji bo gihîştina rêkeftinê nîşan daye û bi belge ve bersiva pirsên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê daye.
Ehmed Sefar daye zanîn: “Em geşbînin ji bo gihîştina rêkeftina dawî, ku bi awayekî be beşa budçeya herêma Kurdistanê li gor yasa û destûrê bê garantî kirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hikûmeta Herêma Kurdistanê budçeya Iraqê tîne dadweriyê
15 trm 2023
Jiyan
Pompeo: Min ji Iraqê xwest budçeya Kurdistanê bisîne
19 tbx 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin