Lezgîn: Her diçe metirsiyên DAISê li navçeyên Kurdistanê zêde dibin

17 tîrmeh 2021 16:31
Lezgîn: Her diçe metirsiyên DAISê li navçeyên Kurdistanê zêde dibin

PeyamaKurd –  Wekîlê Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, DAIŞê li gelek navçeyên Kurdistanê di çalakiyê de ye û şev tine ye êrîşî hêzên Iraqê neke û ev yek jî bûye metirsî.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn eşkere kiriye, ji bo ku ew metirsî mezin nebin di asta bilind a Herêma Kurdistan û Iraqê de, hêzên hevpeyman jî di wê baweriyê de ne eger hemahengiyeke baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê kirin, dikare ew metirsî bê rakirin.

Serbest Lezgîn destnîşan kiriye: ‘‘Her diçe metirsiyên DAIŞê li navçeyên Kurdistanê zêde dibin, li navçeyên Hemrîn û Xaneqîn û Quleco metirsî pir e. Herwiha li başûrê Kerkûk, Qereçûx û rojavayê Mûsil jî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam di tevgerê de ne û çekdarên wan berdewam kiryarên leşkerî dikin. Wisa lê hatiye rojane çekdarên DAIŞê kiryarên terorîstî dikin û ev di rastiyê de metirsî ye.’’

Serbest Lezgîn herwiha daye zanîn: ‘‘Ji bo rêgiriya li wan metirsiyan, hêzên hevpeyman jî di wê baweriyê de ne Iraq û hêzên Pêşmerge divê xwedî hevpeymaniyeke baş bin.’’