Li Amedê agirê dibistanê ber bi deverên niştecihbûnê ve diçe
Agirê daristanê yê ku li navçeya Licê ya Amedê derketiye ji ber bayê bi lez belav dibe û ber bi deverên niştecihbûnê ve diçe.
RûpelNews - Li deverek daristanî ya navçeya Licê ya Amedê ji ber sedemek nediyar agir derket. Şewat êvarê derket û bi lez li deverek fireh belav bû, ji ber bayê jî zêde bû.
Piştî agahdarkirinê, ekîbên agirkujiyê, Rêveberiya Daristanan û tîmên AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Her çend tê ragihandin ku agir ber bi deverên niştecihbûnê ve diçe jî, niştecihên herêmî jî di hewldanên vemirandina agir de alîkariyê dikin.
Tîm li herêmê hewldanên xwe didomînin da ku agir bixin bin kontrolê.
