Li Girê Spî çekdaran qutkirina mûçeyan protesto kir û gefa danîna çekan xwar!
PeyamaKurd – Çekdarên bi ser Tirkiyê ve yên li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê qutkirina mûçeyan protesto kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, çekdaran daxwaza mûçeyên xwe yên ji çend mehan ve hatine qutkirin kirine û ji ber ku nehatine dayîn jî aliyê berpirs ê Tirkiyê protesto kirine û gefên lidarxistina xwepêşandanan, destkişandina ji erkên leşkerî û danîna çekên xwe xwarine.
Herwiha hatiye diyarkirin ku gelek çekdaran red kirine ku biçin eniyên şer û fermandarên xwe jî bi dizîya mûçeyan xwe tawanbar kirine.
Li gorî heman çavkaniyan, gelek çekdarên Firqet 20an ku baregeha wan li bajarokê Silûkê ye, beriya du rojan li pêşiye baregeha artêşa Tirkiyê ya li bajarokê ji ber qutkirina mûçeyan xwepêşandan li dar xistine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin