Xelkê Girê Spî dizî û îskenceya çekdaran protesto kir

24 tebax 2020 03:38
Xelkê Girê Spî dizî û îskenceya çekdaran protesto kir

PeyamaKurd - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, xelkê bajarê li dijî îşkence û diziyê daket qadan û ew kiryar protesto kirin.

Hat diyarkirin ku çekdar ketine maleke li taxa El-Şelal a Girê Spî û diziya tiştên li malê kirine û herwiha di serdegirtina vê malê de, çekdaran îşkenceyeke giran li jinekê kir û ew jin bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li ser vê kiryara çekdaran xelkê bajêr daket qadan û nerazîbûna xwe nîşan da ku çav li rê ye bi awayekî girseyî ji bo cezakirina wan kiryaran xwepêşandanê li dar bixin.

Herwiha li gorî zanyariyan komên çekdar bi xwe jî li Girê Spî bi hev ketine û ji bo vê yekê hêzên xwe kom dikin.