Ji Emar Hekîm daxuyaniya Sûdanî û protestoyên alîgirên Sedir

29 tîrmeh 2022 21:06
Ji Emar Hekîm daxuyaniya Sûdanî û protestoyên alîgirên Sedir

PeyamaKurd  - Serokê Hevpeymana Hikme ya Iraqê Emar Hekîm, tevî protestoyên Tevgera Sedir ên berdewam diyar kir ku Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe di namzedkirina Mihemed Sûdanî de ji bo serokwezîrtiya Iraqê bi israr e.

Sûdanî hefteya borî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ya şîeyên Iraqê ve wekî namzedê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatibû nîşandan ku di serî de Tevgera Sedir û hin aliyên din ên siyaseta Iraqê ew nav red kiribûn.

Emar Hekîm ku nûnertiya sûniyên Iraqê dike, di beyana xwe ya bo BBCyê de, rexne li serdegirtina parlamentoyê ji aliyê alîgirên Sedir ve kiriye û gotiye, Çarçoveya Hemhengiyê di namzedkirina Sûdanî de bi israr e û heger kesekî din jî destnîşan bikin, wê dîsa heman helwest bê nîşandan û neyê qebûlkirin.

Herwiha Hekîm daye zanîn ku mafê xwepêşandanê bo welatiyan heye, lê nabe aliyekî siyasî bi xwepêşandanan pozîsyona aliyê din û namzedên wan biguherîne, lewra Sûdanî piştî muzakereyên dirêj wek namzed hatiye destnîşankirin.