Li Ezazê otomobîla sefê polîsên girêdayî Tirkiyê hat teqandin

13 rêbendan 2022 15:20
Li Ezazê otomobîla sefê polîsên girêdayî Tirkiyê hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de ye, teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyan, êrîş li dijî otomobîleke çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatiye encamdan.

Rojnamevan Lindsey Snell, li ser medya civakî belav kiriye ku “Bombeya ku di otomobîla şefê polîsan ê Ezaz a di bin dagirkeriya Tirkiyê de teqiya.”

Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û du kes jî birîndar bûne.