Çekdarên girêdayî Tirkiyê jineke Efrînî li Ezazê revandin
30 nîsan 2022 15:06
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, jineke Efrînî li Ezazê revandin û ji ber şerê di navbera çekdaran de jî li gundê Tirindê, jinek birîndar bû.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, çekdarên dewleta Tirk jina bi navê Hemrîn Ibrahîm ya 29 salî ji navçeya Raco, dema dixwest derbasî Tirkiyê bibe, li Ezazê revandin.
Hat eşkerekirin, Hemrîn dema gihîşt benda kontrolê ya çekdaran ya li Ezazê, agahî jê qut bûn.
Herwiha di vê navberê de, ji ber şer û pevçûnên di navbera çekdaran li gundê Tirindê yê Efrînê jina bi navê Sultana Sîdo birîndar bû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 Kurdên din ên Efrînî revandin
06 gln 2020
Cîhan
Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn
18 rbn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin