Deriyên sînorî yên Tirkiye û Sûriyê tên girtin

16 adar 2026 16:04

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê ragihand ku ji ber Cejna Remezanê, dê hemû deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyê de ji bo çend rojan ji çûnûhatina rêwiyan û bazirganiyê re werin girtin.

Deriyên sînorî yên Tirkiye û Sûriyê tên girtin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabên medyaya civakî yên Balyozxaneyê de hat weşandin, hat gotin ku dê deriyên sînorî di tevahiya Cejna Remezanê de, ji 20 heta 22ê Adara 2026an, girtî bimînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Li gorî daxuyaniyek ji Alîkara Giştî ya Sînor û Gumrikên Sûriyê, hemû deriyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyê de, wekî beşek ji betlaneya Cejna Remezanê, dê roja Pêncşemê, 19ê Adara 2026an, ji saet 17.30an a dema herêmî ve ji bo çûnûhatina rêwiyan û bazirganiyê werin girtin, deriyên sînorî dê di tevahiya dema betlaneya Cejna Remezanê de (di navbera 20 û 22ê Adara 2026an de) girtî bimînin, û veguhestina rêwiyan û barhilgiriyê dê ji roja Duşemê 23ê Adara 2026an ve ji nû ve dest pê bike."

Şam: Deriyê sînorî yê Efrînê dê bi awayekî mayînde were girtin

Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê, ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, ragihand ku Deriyê Sînorî yê Hammam a di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, ku li Cindirêsê li derdora Efrînê ye, dê ji sibê pê ve bi awayekî mayînde were girtin.

Di daxuyaniya de hat destnîşan kirin ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de derbas bibin, dikarin deriyên sînorî yên Bab el-Hewa û es-Selame bi kar bînin da ku formalîteyên xwe yên rêwîtiyê temam bikin û tevgera kelûpelan hêsan bikin.