Li Efrînê talana mal û milkên Kurdan didome!
PeyamaKurd- Li Efrînê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, agir bi daristanan dixin û dişewitînin.
Di derbarê bûyeran de çavkaniyên herêmî ji çapemeniya Kurdî re axivîn û gotin ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike agir berdane daristana Gola Meydankê. Agir duh ber êvarê derketiye. Li ser vê yekê gelê Efrînê, Artêşa Tirkiyê jî ji bûyerê agahdar kirine. Lê belê heta niha jî ji bo vemirandina êgir tiştek nehatiye kirin û hê jî agir li daristanê dişixule.
Li herêmê ev nêzîkî hefteyekê ye ku her roj li derdora Meydankê û Şerayê agir bi daristanan dikeve û dengê teqînan ji herêmê kêm nabe.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji roja Efrînê hatiye vegirtin heta niha, ti dezgehên xizmet û alîkariyê nikarin karekî bikin ku bi hawara gel ve herin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin