Zilma li Efrînê li ser Kurdan didome
PeyamaKurd - Komên dagirker ên hevalbendên artêşa Tirkan li nahiya Cindirêsê ya ser bi bajarê Efrînê ve 17 welatiyên kurd girtin.
Li gor çavkaniyên navxweyî ji bajarê Efrînê, çekdarên grûba El-Hemzat a ser bi opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê piştgiriya wan dike li gundê Qiçoman ser bi nahiya Cindirêsê 17 welatiyên kurd girtin.
Li gor heman çavkaniyê navê wan kesên hatine girtin jî wiha ye:
1-Ebdu Osman Osman Ebu Hatim
2- Celal Îbiş Osman
3- Riet Xelîl Heyder
4- Faiq Ferîd Nasan
5- Fewzî Reşîd Elî
6- Xelîl Mistefa Mihemed
7- Ferhad Mihemed Hesen
8-Esed Cemîl Nasan
9-Ebdulrehman Cemîl Nasan
10- Rûstem Esed Nasan
11-Fayîq Mihemed Nasan
12- Ekrem Mecîd Murad
13- Armanc Mistefa Osman
14 Ebdulrehman Mihemed Osman
15-Xelîl Xlîl Osman
16- Zekeriya Arif Osman
17- Xelîl Heyder Misto
Piştî girtina wan her yek ji Zekeriya Arif Osman û Xelîl Heyder Misto ji aliyê çekdaran ve hatin berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin