Li Efrînê mal û milkên Kurdan tên desteserkirin

11 nîsan 2022 01:00
Li Efrînê mal û milkên Kurdan tên desteserkirin

PeyamaKurd-Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, mal û milkên Kurdan tên desteserkirin. Çekdarên grûpa el-cebhe el-Şamiye, bi pêkutî û bikaranîna çekan dest datînin ser firoşgehên welatiyan.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirov û çalakvanên xwecihî, dan zanîn ku firoşgehên wan grûpên çekdar desteser kirine, her firoşgehekê mehane bi 50 dolaran bi kirê dane û her kişkekê jî mehane bi 200 lîreyên Tirk dane bi kirê.

Her wiha li navçeya Mabataya Efrînê jî grûpa Lîwaa Semerqend, serê her mih û bizinekê 2 dolar baca çêrandinê daniye. Li gorî heman çavkaniyan,  li gundê Imara li Mabatayê çekdarên Artêşa Niştîmanî ya bi ser Tirkiyeyê jî 35 darzeytûn û 12 darbihîv birîne da ku bi êzingî bifiroşin.