Tirk dixwazin Efrînê ji Kurdan vala bikin

10 îlon 2018 23:48
Tirk dixwazin Efrînê ji Kurdan vala bikin

PeyamaKurd - Çekdarên grûpa Ehrar El-Şam ku bi piştevaniya Tirkan Efrîn dagir kirin hejmarek welatiyên gundê Kurzêlê yê ser bi Efrînê girtin.

Çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê ragihandin ku roja Şembiya vê heftiyê 8ê Îlonê, çekdarên grûpa Ehrar El-Şam a ser bi opozisyona Sûriyê ve avêtin ser gundê Kurzêlê yê nêzîkî bajarê Efrînê.

Li gorî zanyariyan, çekdarên Ehrar El-Şam herî kêm 14 nîştecihên gund ku jinek jî di nava wan de ye, girtine û birine cihekî nediyar.

Li aliyekî din, çekdarên grûpa El-Hemzat zarokekî 10 salî li gundê Hesen ê ser bi nahiyeya Raco ya Efrînê ve birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên grûpa El-Hemzat bi awayekê beredayî gulle li nava gundê Hesen berdane û di encamê de zarokekî temen 10 salî bi navê Nîdal Hesen birîndar bûye.