Tirk li Efrînê Kurdan tune dihesibînin
PeyamaKurd - Piştî dagirkirina Efrînê xebatên li wir di kordinasyona Walîtiya Hatayê de dewam dikin.
Di çarçoveya xebatan da nexweşxaneya li navenda Efrînê dest bi xizmetê kir.
Li gor daneyên Walîtiya Hatayê li yekeyên ji serê nîsanê vir ve hatin avakirin 68 personelên ji Tirkiyeyê dixebitin, 17 hezar û 236 kes hatin kontrolkirin, 2 hezar û 288 kes hatin aşîkirin.
297 kesên birîna wan kur bûn sewqî Tikriyeyê kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Efrînê 4 makîneyên diyalîzê xizmetê didin, ji wê çaxê hetanî nika li nexweşxaneyê 42 zarok hatin dinyayê.
Lê belê navê nexweşxaneyê tenê bi Tirkî û Erebî ye û Kurdî tuneye.
Herçiqas li herêmê Tirk tunene jî zimanê Tirkî heye lê Efrîn bajarekî Kurdan e û zimanê Kurdî tuneye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin