Ajansa Îranê: Tirk li Efrînê zilmê li Kurdan dikin

18 tîrmeh 2018 01:03
Ajansa Îranê: Tirk li Efrînê zilmê li Kurdan dikin

PeyamaKurd - Ajansa komara Îranê ragihand ku eskerên Tirkiyê û terorîstên di bin parastina wê de zilmeke mezin li Kurdên Efrînê yên sivîl dikin.

Ajansa resmî ya Îranê Fars, di nûçeya xwe de eşkere kir ku terorîstên bi piştevaniya Tirkan Efrîn dagir kirin îşnkencê li welatiyên Kurd dikin.

Li gor xebera Fars Newsê ciwanê bi navê Ebdurrehman Muhammed Tubal ku xortekî Kurd e ji aliyê terorîstên Artêşa Azad û leşkerên Tirkan îşkence dîtiye û Tirk nahêlin malbat wî bibînin.

Wek din jî di xeberê de amaje bi wê yekê hat dayîn ku  ji meha adarê vir ve Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin û rewşa însanî jî li wê derê gelekî xerab e.