Li Efrînê, 11 welatiyên Kurd hatin girtin
14 tebax 2023 01:00
PeyamaKurd- Ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihand ku hêzên Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wan hêzan 11 welatiyên Kurd girtine.
Di agahiyên rêxistinê de hat diyarkirin ku li gundên Kîmar, Celemê, Kibêşîn, Dargirê û Şiyê yên ser bi Efrînê ve hêzên Tirkiyeyê û komên ser bi wan ve 11 welatiyên Kurd girtine.
Hat diyarkirin ku roja pêncşemê jî li gundê Celemê hejmarek ji ciwanan hatin girtin ku hikûmeta Tirkiyeyê ew dersînor kiribûn.
Li gorî hat zanîn ku ji 8ê mehê pê ve li gundê Kibaşînê yê ser bi Şêrewayê ve jî 2 welatî hatine girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
2 welatiyên Efrînê ku hatibûn girtin hatin berdan
06 adr 2025
Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand
29 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin