Li Bexdayê berpirsekî medya Iraqê hat kustin

12 sibat 2020 00:08
Li Bexdayê berpirsekî medya Iraqê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê çend çekdarên nenas ve berpirsekî giştî yê televizyoneke Iraqê li Bexdayê hatiye kuştin.

Li gorî medya Iraqê bi zimanê çavkaniyeke polîsê Bexdayê daye, berpirsê giştî yê kanala esmanî ya El Erşîd, Nizar Zenûn îro Sêşemê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatine gulebaran kirin û li cihê bûyerê can daye.

Hat diyarkirin ku bûyer li taxa Hî El Camie ya Bexdayê pêk hatiye û kesên êrîşkar piştî bûyerê reviyane.

Li gorî amaran ji sala 2003yan ve zêdetirî 400 rojnamevan li bajarên naverast û başûrê Iraqê hatine kuştin.