Medya Iraqê: 600 kes ji Kampa Holê vegeriyan Musilê

02 nîsan 2025 19:39
Medya Iraqê: 600 kes ji Kampa Holê vegeriyan Musilê

PeyamaKurd - Medya Iraqê bi zarê çavkaniyeke agahdar eşkere kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kes in, ji Kampa Hol vegerandiye Kampa Ceda ya li Musilê.

Hat diyarkirin ku piraniya wan koçberên jin û zarok in.

Hatiye gotin ku veguhestina wan malbatên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê bi hemahengî û hevbeşî pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyê hejmara malbatên ku heta niha ji Kampa Holê bo Iraqê hatine vegerandin gihîştiye nêzî 3 hezar malbatan.