Li Belucistanê otomobîla pasdarên Îranê hat teqandin

05 tebax 2020 18:27
Li Belucistanê otomobîla pasdarên Îranê hat teqandin

PeyamaKurd – Li eyaleta Sîstan-Belucistanê êrîşeke bombeyî li wesayîta dewriyeya pasdarên Îranê hat kirin ku di encamê de 4 leşkerên Îranê birîndar bûn.

Sûpaya Pasdarên Îranê ragihand ku li bajarê Zahidan ê Sîstan-Belucistanê dema derbasbûna wesayîta leşkerî bombe hatiye teqandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bûyer derengiya şeva borî rû daye û 4 pasdarên Îranê birîndar bûne.

Parêzgeriya Sîstan-Belucistanê diyar kiriye ku wesayîta leşkerî li ser giliyekî bêbingeh çûye cihê bûyerê û hatiye teqandin.