Li Sûriyê otomobîla milîsên Îranê hate teqandin: Herî kêm 5 kustî

12 tebax 2024 22:05
Li Sûriyê otomobîla milîsên Îranê hate teqandin: Herî kêm 5 kustî

PeyamaKurd - Li herêma Dêrezorê ya Sûriyê, otomobîleke milîsên Îranê bi dronekê hate armanckirin.

Hate ragihandin ku di encama teqandina otomobîla milîsan de, 5 kes hatine kuştin û hejmarek milîs jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina SOHRê, otomobîla leşkerî ya milîsan di navbera gundê “El-Keşme û Eldewîr” ê rojhilatê Dêrezorê, nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê bûye armanca doroneke nenaskirî û hatiye teqandin.

Li gorî ajansa Reutersê jî 5 milîs di wê êrîşê de hatine kuştin. Lê medya rûsî hejmara kuştiyan 6 û ya birîndaran jî wekî 15 ragihandiye.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê milîsên Îranê êrîşî baregeha Amerîka ya Xirab El-Cîr a derdora bajarê Hesekê kiribûn ku êrîşa ser milîsan jî wekî bersiva wê tê nirxandin.