Karwaneke leskerî ya pasdarên Îranê hat teqandin
PeyamaKurd – Li parêzgehên Sîstan û Belûcistanê yên li başûrê rojhilatê Îranê, dema karwaneke leşkerî ya pasdaran derbas dibû bi bombeyên çandî du otomobîlên ku fermandarên pasdaran jî tê debûn, hatin teqandin.
Ajansa IRNA ya Îranê êrîş bi zimanê parlementerê Meclîsa Şêwirê ya Îslamî ya Îranê Fîda Hisên Malikî piştrast kir û da xuyakirin, li parêzgehên Sîstan û Belûcistanê yên li başûrê rojhilatê Îranê dema du otomobîlên otomobîlên Artêşa Pasdaran a Îranê derbas dibûn, bi bombeyên çandî hatine teqandin.
Malikî wekî êrîşeke terorê bi nav kiriye û gotiye, di bûyerê de tenê fermandarek birîndar bûye û agahiyên derbarê dîlgirtina hin endamên Pasdarên Îranê de jî red kir.
Fîda Hisên Malikî diyar kiriye, yek ji du mayînên li ser rê hatine dema derbasbûna du otomobîlên hêzên Pasdarên Îranê teqiyaye û di bûyerê de qurbanî çênebûne, lê belê fermandarekî hêzên pasdaran birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin