Li Bakurê Kurdistanê zivistan dîsa vegeriya: Bi sedan rê hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarê Bakurê Kurdistanê yên wekî Erzerom, Erzîngan, Qers, Agirî, Erdexan, Şirnex, Sêrt û Çewligê rewşa hewayê di meha Adarê de dîsa vegeriya zivistanê û ji ber berf û pûkê rêya 1495 gundan hat girtin.
Ji ber pêla nû ya berfê ku şeva borî dest pê kiriye li bajarê Erzeromê rêyên 990 gundan hatine girtin ku xebatên bo vekirina wan rêyan didomin.
Li Agiriyê rêya 116 gundan, li Qersê rêya 11 gundan, li Erzînganê rêya 89 gundan, li Erdexanê rêya 183 gundan, li Çewligê rêya 80 gundan, li Şirnexê rêya 10 gundan û li Sêrtê jî rêyên 26 gundan hatine girtin.
Tê pêşbînîkirin barîna berfê û rewşa xirab a hewayê heta çend rojên din jî li Bakurê Kurdistanê bandora xwe nîşan bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin