Li Bakurê Kurdistanê zivistan vegeriya: Rê hatin girtin, 30 sewal telef bûn

08 gulan 2022 15:02
Li Bakurê Kurdistanê zivistan vegeriya: Rê hatin girtin, 30 sewal telef bûn

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê çend rojên dawî pêleke nû ya berf û barîna zêde ya baranê dest pê kiriye ku li hinek bajar û navçeyan rê hatine girtin û ji ber lehiyan jî ziyan gihîştiye zevî û ajalên welatiyan.

Li bajarê Sêrtê navçeya Şîrwanê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û 30 sewalên xelkê deverê di nav ava lehiyê de telef bûn.

Li navçeya Elbak a bajarê Wanê jî berf bariya û ji ber berfa zêde rêya bihura Guzeldere ji çûnûhatina otomobîlan re hat girtin.

Herwiha ji ber berfa zêde rêya Wan-Colemêrgê jî hat girtin ku xebatên vekirina rê didomin.

Herwiha bandora baran û zîpikê li bajarê Mêrdînê jî xwe nîşan da û doh 7ê Gulanê ji ber barîna zîpikê ziyan gihîşt beşek ji zeviyan.