Li Bakurê Kurdistanê zivistan tund e: 102 rê hatin girtin

05 rêbendan 2019 21:34
Li Bakurê Kurdistanê zivistan tund e: 102 rê hatin girtin

PeyamaKurd - Hat zanîn ku ji ber barîna berfa zêde li bajarê Bakurê Kurdistanê, yên Erzerom, Erzîngan, Dersîm û Erdexanê rêyên 102 tax û gundan ji çûnûhatinê re hatine girtin.

Li gor zanyariyên saziya kêşenasiya Tirkiyê dê heta demeke din jî berf û serma zêde ya zivistanê berdewam be.

Hat ragihandin, niha xelk nikarin bi rêyên bejahî xwe li Erzeromê bigihînin 11 mehele û gundan, li Dersîmê 20 û li Erdexanê 30 niştîngehan.

Hat diyarkirin ku xebatên ji bo vekirina rêyan berdewam dikin, lê mij û barîna zêda ya berfê dibe asteng ji xebatan re.