Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bihayê mazotê dîsa hat zêdekirin

28 tîrmeh 2023 15:58
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bihayê mazotê dîsa hat zêdekirin

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bihayê mazotê 1,45 lîre hat zêdekirin. 

Li gor zanyariyan, ji îro pê ve bihayê lîtreya mazotê 1,45 lîreyan tê zêdekirin.

Piştî zêdekirina bihayê mazotê, lîtreyeke mazotê 35 lîre derbas kir. 

Bi bihayên nû, lîtreya mazotê li Stenbolê bû 35,32 lîre, li Enqereyê bû 35,83 lîre û li Îzmîrê jî bû 36,05 lîre.