Li Amerîkayê 2 balafir li hewayê li hev ketin

18 îlon 2022 10:04
Li Amerîkayê 2 balafir li hewayê li hev ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Denver ê eyaleta Colorado ya Amerîkayê, di encama qezayeke du balafiran de 3 kesan can daye.

Li gorî medya Amerîkî, du balafirên biçûk dema li hewayê bûn ji ber sedemeke nehatiye zanîn li hev ketine û ketine xwar.

Hat diyarkirin ku di encama qezayê de, 2 kesên di nav yek ji balafira ketî de can dane û termê pîlotê balafira din jî li dûrî enqaza balafirê hatiye dîtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin daku sedema wê were diyarkirin.