LÊKOLÎN | Mûtasyona Brîtanya ya Covid-19 ji sedî 67 kujertir e
PeyamaKurd – Li demeke ku ji nû ve hejmara pêketî û mirinên ji vîrusa koronayê li seranserê dinyayê careke din gihîştine lutkeyê, lêkolînerên pizîşkî li ser mûtasyona ango cureya nû ya koronayê ya li Brîtanyayê derketiye holê û belav bûye lêkolînek encamdan.
Li gorî lêkolînê varyanta B.1.1.7 ya koronayê ji mûtasyonên din ên koronayê gelekî bileztir belav dibe û kujertir e.
Di encama lêkolîna li ser lêhûrbûna li ser 867 kesên ji koronayê mirine û 184 hezar û 786 pêketiyan de, derket holê, li beramber 3 kesên ji Covid-19 can dane 5 kesan jî ji mûtasyona Covid-19 ya B.1.1.7 can daye.
Herwiha di encaman de eşkere bûye ku mûtasyona koronayê ya Brîtanyayê ji sedî 67 ji yên din kujertir e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, niha mûtasyona korona ya Brîtanyayê li seranserê cîhanê belav bûye û li gelek welatan hejmarên pêketin û mirinan jî bilind bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin