Kompaniyeke din a Amerîkî derzîya Covid-19 ya ji sedî 90 zêdetir bi bandor çêkir

15 hezîran 2021 00:00
Kompaniyeke din a Amerîkî derzîya Covid-19 ya ji sedî 90 zêdetir bi bandor çêkir

PeyamaKurd - Kompanîya bîoteknolojî ya Amerîkî Novavax îro 14ê Hezîranê ragihand ku derzîya wan a koronayê, di asta cerbinadinê de dijî nexweşîyên semptomatîk zêdetirî 90%î bi bandor e.

Novavaxê daye xuyakirin, derziya wan ya bi navê NVX-CoV2373, ku li ser bingeha proteînê hatiye çêkirin û dijî rewşên navîn û giran yên COVID-19 100% parastinê çêdike.

Komapanîyê da zanîn ku derziya wan di 119 navendên curbicur de, li ser nêzî 30 hezar kesên li Amerîka û Meksîkoyê hatiye ceribandin.