Kurdistan | Ji bo derzîya Covid-19 forma online hat amadekirin

28 adar 2021 21:28
Kurdistan | Ji bo derzîya Covid-19 forma online hat amadekirin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ragihand ku formên bo hemwelatiyan yên helmeta derzîkirina koronayê hatine amadekirin û heta du rojan bo welatiyan têne pêşkeşkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Aso Hewêzî, formên online ên bo derziya Covid-19 amade ne û welatî dikarin piştî du rojan ku ketin xizmetê navên xwe tomar bikin.

Hewêzî diyar kir ku kesên forman tije bikin wê bikaribin derziya koronayê li wan bidin.