Li Herêma Kurdistanê perwerdeya online destpêkir

30 adar 2026 16:38

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê biryar da ku hemû cureyên nirxandin û ezmûnan li nav avahiyên dibistanan rawestîne. Wezaretê xwendekar hişyar kirin ku di bin ti şert û mercî de nekevin nav avahiyên dibistanan.

Li Herêma Kurdistanê perwerdeya online destpêkir

RûpelNews - Nivîsek fermî ku ji aliyê Rêveberê Giştî yê Ezmûnan ê Wezareta Perwerdehiyê Nureddin Osman Said ve hatiye îmzekirin, îro ji hemû rêveberiyên perwerdehiyê yên li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce, Germiyan, Raperîn, Soran û Zaxo re hat şandin. Di nameyê de biryarên nû yên derbarê pêvajoya perwerdehiyê û ezmûnan de hatin eşkerekirin.

Di nameya fermî de hat gotin ku piştî derbasbûna temam a pêvajoya perwerdehiya online, hemû cureyên nirxandin û ezmûnan li dibistanên giştî, taybet û navneteweyî hatine rawestandin. Di nameyê de gotina "Divê xwendekar di bin ti şert û mercî de neyên anîn avahiyên dibistanê" hat bikaranîn û hat destnîşankirin ku di vê qonaxê de dê pêvajo bi tenê online were meşandin.

Derbarê dibistanên bi bernameyên ezmûnên navneteweyî de, agahiyên jêrîn hatin dayîn:

"Dibistanên bi ezmûnên navneteweyî yên ku bernameyên wan bi navendên li derveyî welat ve girêdayî ne, divê ji bo wergirtina destûrên pêwîst û misogerkirina hêsankariyê, ji berê ve bi nivîskî Wezareta Perwerdehiyê agahdar bikin."

Ev tedbîrên nû piştî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya duh a ji bo rawestandina perwerdehiya rûbirû û domandina pêvajoyê bi tenê bi awayekî online/dîjîtal hatin pêkanîn.

Heman biryar ji bo xwendina bilind jî hat dayîn

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji îro (30ê Adarê) pê ve, werza akademîk a 2025–2026an dê bi rêya fêrbûna ji dûr ve were meşandin.

Ev biryar ji bo hemû zanîngeh û saziyên xwendina bilind derbasdar e.

Hat destnîşankirin ku dersên teorîk ên li fakulteyên pizîşkî dê online bên dayîn, lêbelê dersên pratîkî dê li nexweşxaneyan bên kirin.

Hat ragihandin ku di hefteyên pêş de dê li ser beşên din ên ku niha dersên pratîkî li kampusê tên lidarxistin, nirxandinek bê kirin.

Herêma Kurdistanê, di heman demê de ku şerê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin, rastî êrîşên dron û mûşekan tê.