Kompaniyeke Amerîkî ji ber êrîsên milîsan terka Iraqê da
10 gulan 2021 02:34
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kompaniyeke leşkerî ya Amerîkayê ku karûbarên tamîrkirina balafirên F-16 dikir ji ber êrîşên milîsan ên berdewam ji Iraqê derket.
Li gorî ragihandina medya Iraqê ku vê nûçeyê dispêre çavkaniyeke ewlekariyê, kompanya bi navê ‘Salî Port’ ya karê tamîrkirina balafirên F16 yên Amerîkayê li Iraqê dikir, îro 9ê Gulanê ji Iraqê derket.
Ew kompaniya Amerîkî li baregeha Beledê ya Amerîkayê bicih bûbû û li gorî rêkeftina Wezareta Bergiriya Iraqê û Wezerata Bergiriya Amerîkayê karê xwe dikir.
Çavkaniyê diyar kiriye ku ew kompanî ji ber êrîşên milîsên Îranê neçar maye ji Iraqê derkeve.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pentagon: Êrîsên komên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkî nayên qebûlkirin
28 tbx 2024
Jiyan
Miller: Divê Iraq rê li êrîsên ser leskerên Amerîkî bigire
08 tbx 2024
Teknoloji
Pisporê Amerîkî: Wê Amerîka ti carî destûra êrîsên Tirkiyê nede!
10 îln 2019
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin