Miller: Divê Iraq rê li êrîsên ser leskerên Amerîkî bigire
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wî welatî ne û divê hikûmeta Iraqê li ser êrîşan lêkolînê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller doh di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got: "Divê Iraq pêşî li êrîşên li dijî leşkerên Amerîkayê bigire û sûcdaran lêkolîn bike."
Miller da zanîn ku leşkerên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta federal li wî welatî bûn, Miller got ku wan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye destpêkirin de, wan gelek gumanbar derbarê êrîşa (li ser Kobanî) de girtine.
Di 5ê Tebaxa 2024an de êrîşî baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed kir ku leşkerên Amerîkî lê bi cih bûne. Di êrîşê de 1 jê giran 5 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin